Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derhîner Aras Sîno Mêvanê Bernama Deng û Reng e


Aras Sîno di sala 1982'an de li Bajarê Hesekê jidayk bû

Piştî qedandina xwendina navîn li bajarê Hesekê, ew çû zanîngeha Helebî bo xwendina beşê Abûrî.

Li Zanîngehê tevî çalakiyên çend û hunerê bû û li wir dest bi Gîtar û şano kir.

Ji sala 2001-2005'an de Aras beşdarî gelek festîvalan bû li çend welatên cûda bo karê şano û mûzîkê.

Di sala 2005'an de Aras çû Ukraina û li bajarê Xarakov dest bi xwendina Sînema û Televizyonê kir ta sala 2010'an wî xwend bidawî kir.

Aras di sala 2007'an de bi kenala Kurdistan TV û Kurd Sat re kar kir.

Ji sala 2012-2013'an de belge-filimin li ser Mişal Temo û Herêma Kurdî Li Sûriye ji bo MBC grûp çêkirin.

Ji sala 2014 -2015'an de li ARA news karê Multimidia editer kir.

Nuha li Gul FM kar dike.

Aras çend filim li Ukraina çêkir û beşdarî wan bû, lê filimê wî yê dawî li ser Kobaniyê ye ku di bin navê "Gûleya Dawî" hate belavkirin, ji derhînerya wî û listeka wî hate amadekirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:27:55 0:00

XS
SM
MD
LG