Lînkên eksesibilîtî

Tirkiyê û Rûsya Dê Amerîka Vexwendî Axaftinên li Dor Sûriyê Bikin


Wezîrê derve yê Tirkiyê îro şemiyê got Tirkiyê û Rûsya biryar dane ku Amerîka vexwendî axaftinên aştiyê kin ku biryare vê mehê li Astana paytexta Kazaxistanê bêne lidarxistin.

Mevlut Cavusoglu dupat kir ku Tirkiyê hîn li dijî tevlêkirina şervanên Kurd YPGê ye di van axaftinan de.

Desteya Bilind a Guftûgoyan a opozisyona Sûrî ji aliyê xwe ve îro şemiyê gotin wan piştgiriya hin hewildanan kiriye ji bo axaftinên aştiyê li Astana. Wan kombûn wek gaveka seretayî bo gera bê ya guftûgoyên siyasî li Cinêvê anî ziman.

Tê zanîn, agirbesteka berfereh li seranserî Sûriyê di 30 meha borî de hate ragihandin ji bo vekirina rê ji axaftinên nû yên aştî yê re.

Rûsya, Tirkiyê û her wiha Îran piştgiriya kombûnên Astana dikin.

XS
SM
MD
LG