Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî: Topbarana Gundekî li Dîmeşqa Paytex 12 Kesan Dikuje


Barada Valley, Syria
Barada Valley, Syria

Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin topbarana hikûmetê gundekî di bin destê serhildêran de li gundewarên Dîmeşqa paytext ji xwe re kir armanc û di encamê de bi kêmanî 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daû gelekên din birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje topbarana îro yekşemê li gundê Dêr Qanûn li herêma Wadî Bereda li gel kluştina 7 kesan, wê bêhtirî 20 kesan birîndar kir ku hin ji wan di rewşên teduristî yên xerab de ne.

Navenda medya ya Wadî Bereda got jimara kuştiyan 12 kesin.

Şer gur bûye li Wadî Bereda ku piraniya ava paytextê dabîn dike, lê ji 22 meha borî ve hatiye bendkirin li gel ku hewldan dibin ji bo kêmkirina tundûtijiyê.

Gurûpa Hizbullah a Libnanî ku piştgiriya rêjîma Sûrî dike, got hêzên alîgirên hikûmetê girdek control kirin ku li jor jêdera avê ye li herêmê.

XS
SM
MD
LG