Ajansa nûçeyan a Tirkiyê dibêje 9 generalên Tirkiyê li bakurê Qibris hatin girtin wek parek ji vekolînên ku li dor tevgera Gulen û berpirsiyariya wê di kudetaya têkçûyî ya sala borî de dibin.
Ajansa Anadol got girtina wan efseran a îro yekşemê hat wek beşek ji vekolînên li dor rêxistina Gulen di hêzên aştiyê yên Tirkiyê de li Qibris û qumandariya hêzên ewlekariyê ku beşek in ji hêzên leşkeri yên Tirkiyê.
Tê zanîn ku Anqera rêberê ayînî Fethulla Gulen tawanbar dike bi pîlankirina kudetaya beravêtî ya Tîrmeha sala borî û Gulen jî wan tawanan red dike.
Demekê berê vê hefteyê, dîplomatên mezin ên Tirkiyê, Yunanistan, û Brîtanya li Cinêvê kom bûn jib o guftûgokirina riyên dabînkirina ewlekariya hevbeş jib o girava Qibris a dabeşbûyî.