Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Divê Civaka Nafnetewî Bersingê Rûsya Bigre


Cêgirê serokê Amerîka Joe Biden dibêje Divê “ Civaka nafnetewî“ dijî dojminkarîyên Rûsya reweste û rijdî li serokê helbijartî yê Amerîka Donald Trump kir piştevanê Qayim a Ukriana bike

Biden digel Serok Petro Poroshenko li Kyiv got, Ukriana şer dijî Penceşêra gendelî û dojminkarîya tûnd ya Kremlin dike.

Hevdem digel seredana Biden, serokê helbijartîyê Amerêka Donald Trump di hevpeyvinekî digel rojnama The Times a London û Bild ya Elmaniya dabû zanîn, ew bihivîye rêkftînê digel Rûsya bike bo nehêlana cizaya liser Moscow beramber kêm kirina hebûna çekê navokî.

Biden dibêje, ciza biser Moscow hatêne danan piştî Rûsya girava Crimea lisala 2014 kontrol kirî û dive ciza dewam dike.

Herwesa got, cizayên dijî Rûsya liser Crimea gereke bimîne heta girava Crimea vegerteve libin kontrola gelê Ukraina.

Derbarî cizayên din, Biden got, cizayên têkelî bi şerê cûdaxwazên ve lirojhelata Ukriana dive bimêne heta Rûsya pêgiryan ligor rêkeftina sala 2015 ya Minsk bike.

XS
SM
MD
LG