Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Dibêje,Ewa Êrîşa Koştina Serbazekî Urdinê Pêkani


Komela çekdarên Dewleta Îslamî-Daiş perpisyaretîya xew Îro Dûşemê liser koştîna serbazê Urdinê diyar kir.

Komela SITE ya agehiyên Amerîka ko çavdêrîya Internetê komela Daişê dike û ligor acansa Amaq got, gurûpa çekarên wan serbazê Urdinî Besam Huranî li başûrê bajarê Maan li Şeşî vê mehê koştin.

Urdin tevlî şerê dijî Daişê li Îraq û Sûrîye weko beşek ji kowalisyona nêfnetewî dike û li bermber çekdarên tûndrê welatê Urdinê armanc dike û jiwana êrîşa meha borî.

Karbidestekî parastîna Urdinê gotina Daîşê red kir û got, boyera Maan tawan bû û têkelî bi karekî terorê ve nebû.

Piştî êrîşa Maan di beyanamekê da polîsê Urdinê serbaz neda nasandin bitenê got, sîvilek di êrîşê da hate koştin.

XS
SM
MD
LG