Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump li şîva cîhanî ya Serok Amade bû li Waşington a paytext, ku armanc jê ewe dîplomatên biyanî bi rêveberiya Trumpa a nû bide nasîn.
Trump ji dîplomatan re got wî rêzdariyeka mezin ji welatên wan û her wiha ji cîhanê re heye.
Serokê hilbijartî gote amadeyean ku ew pir serbilinde bi kabîneya xwe ya hikûmî.
Wî got:
"Me tîmek kom kir, ku ez bawerim berê qet nehatiye pêkanîn. Me dê raportên bêhtir di salên bê de hebin, lê ez bawerim hûnê bibinin. "
Wî got hilbijartina Rex Tillerson wek wezîrê derve ew bi awakî hişyar bû.
Trump di vê ahengê de, sipasiya diplomat û xwebexşan kir û got:
"Me gelek dost hene, 147 dîplomat û weberhêner, caran qet nebûbû."
Di pêşkêşkirina Trump de, cîgirê serokê hilbijartî Mike Pence ji dîplomatan re got:
"Donald Trump dê bibe serokê ku Amerîka bide pêş, lê emê bi awakî rojane li gel welatan li cîhanê kar bikin ji bo pêşxistina aştî û geşepêdana hevalbendên me li seranserî cîhanê.”