Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkiyê Dest bi Gera Duyem a Dengdana li Dor Guhertinên Destûrî Dike


Turkey Parliament
Turkey Parliament

Biryare parlemana Tirkiyê dest bi gera duyem a dengdanê bike li dor guhertinên destûrî yên ku dê desthilatên cîbecîkirin bidin serokkomar Recep Tayyip Erdogan.

Parlemanteran îro çarşemê danûstandinên xwe berdewam kirin li dor guhertinên pêşniyarkirî ku hefteya borî bûn cihê rakêşanan di navbera partiya desthilatdar û parlemanterên partiyên opozisyonê de.

Partiya desthilatdar dibêje serokatiyeka bihêz pêwîste ji bo bihêzkirina Tirkiyê li beramber geftên terorîzmê. Ksên rexnegir dibêjin ev guhertin dê desthiladariya Erdogan gelekî bihêz bikin, ku berê tê tawanbarkirin bi niyazên desthiltdariya yekalî.

Dengdana dawî ya li dor pêşniyaran, biryare di dawiya hefteyê de be.

Eger piroje 330 dengî ji 550 dengên parlemanê wergire, ewê derbasî qonaxa refrendoma niştimanî be.

XS
SM
MD
LG