Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê Daiş 12 Kesan li Bajarê Tudmur Dikujin


Çekdarên gurûpa Dewleta Îslamî Daiş bi kêmanî 12 kes kuştin li bajarê dîrokî Tudmur, li gor çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye.

Cîhadiyan çar kes li derveyî mozexaneyekê serjêkirin ku karmendên dewletê û mamoste bûn. 8ên din ên ku hatin gullebarankirin; 4 ji wan serbazên hikûmetê bûn û 4 serhildêrên opozisyonê bûn ku li cihekî din hatibûn girtin.

Çavdêriyê got hin ji wan li şanogeha Romanî ya Tudmur hatin kuştin, cihê ku çekdarên Daiş sala borî bi kêmanî 25 serbazên hikûmetê kuştibûn.

Tê zanîn, Daiş meha borî bo cara duyem bajarê Tudmur ji bin destê hikûmetê derxist.

Hêzên hikûmetê û milîtanên alîgirên wan bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî di meha avdara borî de bajar ji bin destê Daiş rizgarkiribûn, piştî ku ew hat kontrolkirina ji aliyê Daiş ve di sala 2015 de.

XS
SM
MD
LG