Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandaneka Mezin li Washinton a Paytex Tê li Darxistin


Piştî rojekê ji rêwresmên destpêkirina serokatiya Amerîka, xwepêşandaneke mezin li nêzîkî Kongrêsa Amerîkî tê li darxistin ji bo protestokirina siyasetên serokê nû Donlad Trump.

Organîzerên xwepêşandanê dibêjin ew pêşbîniya sedhezaran kes dikin ku tevlî xwepêşandanê bin.

Berpirsên Washinton gotin 1800 bas hatin tomarkirin ku îro şemiyê li bajêr rawestin, ev jî tê wateya nêzîkî 100 hezar kes dê tenê bi basan bên.

Xwepêşandanên wiha hatine pilankirin li 20 bajarên din ên mezin li seranserî cîhanê, din av de jî London, Berlin, Nairobi û Sydney.

Birêvebirên xwepêşandanê dibêjin ew dixwazin peyamekê ji Trump re bişînin di roja yekem a serokatiya wî de ku mafên jinan ew mafên mirovan in.

Xwepêşander dê banga wekheviya nijadî û ya jin û mêr, gerantîkirina tenduristî ya erzan û mafê jiberxwekirina zarokan bikin ku ew dibêjin di metirsiyê de ne di dema serokatiya Trump de.

XS
SM
MD
LG