Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkiyê Guhertinên Destûrî Erê Dike


Receb Teyyip Erdogan
Receb Teyyip Erdogan

Parlemana Tirkiyê guhertinên destûrî erê kirin li dor bihêzkirina desthilata serokomar Receb Teyyip Erdogan ku dê karibe li gor wan guhertinan ta sala 2029an li ser desthilatê bimîne.

Rêferandomeka niştimanî ji bo erêkirina dawî ya piroje biryarê dê di nav çend mehan de bê lidarxistin.

Parlemanteran îro şemiyê piroje biryar erê kirin bi rêjeya 339 dengan û redkirina 142 dengan ji 550 kursiyên Parlemanê.

Parlemanê pêwîstî bi 330 dengî hebû ku ew piroje biryar bête erêkirin.

Ev guhertin dê desthilatê bidin serok rewşa awarte ragihîne, ku Tirkiyê ji dema kudetaya têkçûyî ve dijî.

Tê zanîn ku Tirkiyê sala borî rastî jimarek êrîşên terorîstî hat. Partiya desthilatdar AKP dibêje serok pêwîstî bi desthilateke bilindtir heye jib o rawestana li dijî gefên ewlekariyê.

Kesên rexnegir ji aliyê xwe ve dibêjin desthilata berferha a Erdogan dê desthilateke zordar derxe holê.

XS
SM
MD
LG