Di îro Şemiyê de 21ê meha Çileya Paşîn de, bi hezaran xwepêşanderên Amerîkî derketin kolanê Washington D.C. ji bo xwepêşandaneke mezin li dijî serokê nû yê Amerîka Donald Trump û siyaseta wî ya nû.
Dengê Amêrîka ev xwepêşandan ji nêzîk ve şopand û berpirsê rêxistana American Kurdish Information Network, Kanî Xulam re kir da ku hûrbîniyên vê xwepêşandanê bide ber çavan û li ser beşdarî bûna kurdan di vê xwepêşandanê got: "Em dixwazin ku beşdarî pêvajoya demokratiyê bibin, û bibin beşek ji çalakiyên siyasî li Amerîka. Bera her kes dengê Kurdan bibhîse û kêşeya jinên Êzîdî li ba DAIŞ bizanibin û alîkariyê bidin wan."
Herwiha jî birêz Kanî li ser çalakiyên Amêrîkî dibêje, ku ew civateke zanay e û mafê xwe di riya yaseya xwe de nas dike, û ew payedariyeke di jiyana wan de ji bo parastina pirinsîpên demokratiyê.