Leşkerên Tirkiyê îro yekşemê gotin Balafirên wan êrîşên esmanî birin ser bajarê Babê li bakurê Sûriyê.
Tirkiyê got otombêlên leşkerî ew armanca êrîşan bûn û bi kêmanî yek ji wan hate wêrankirin.
Êrîşan doh şemiyê destpêkir ji bo piştgiriya serhildêrên Sûrî yên ku hewil didin herêma nêzîkî sînorê Tirkiyê ji çekdarên Daiş paqij bikin û her wiha rê li Kurdên Sûriyê bigrin da navçeyên berferehtir nexin bin destê xwe.