Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev: Diyare Cezayên Rojava li Dijî Rûsya dê bo demeke Dirêj Bimînin


Dmitry Medvedev

Serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev dibêje diyare cezayên rojava yên li dijî Rûsya dê bo demeke dirêj bimînin, li gel pêşbîniya ku serokê nû yê Amerîka Donald Trump renge pêwendiyên nerm li gel Rûsya hebin.

Medvedev îro yekşemê ji endamên partiya Rûsya Yekgirtî ya desthilatdar re got serkirdeyên Rûsya “nikarin hêviyên xwe li ser hilbijartinên biyanî ava kin.” û”dem hatiye êdî em dest berdin ji xeyala ku cezayên li ser welatê me dê bên rakirin.”

Sozên Trump ên çakirina pêwendiyan li gel Rûsya hinekî bala Rûsya kişandin, lê berpirsên bilind ên Rûsya dibêjin nakokiyên di navbera Mosko û Washingtonê de dê di roj û şevekê de naçin.

Tê zanîn, Amerîka û Yekîtiya Ewrupî di sala 2014an de ceza danîn ser Rûsya li dor tevlîkirina girava Qurum bo Rûsya û piştgiriya Mosko bo serhildêrên rojhilata Okranya.

XS
SM
MD
LG