Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Sûrî Li Kazaxistanê Kom Dibin Berî Axaftinan


Astana

Şandên serhildêrên Sûrî îro yekşemê li Kazaxistanê kom bûn berî axaftina li gel niwênerên hikûmeta Sûrî ku biryare sibe duşemê dest pê bikin. Di serê ajenda karên wan de piştgiriya agirbestê ye ku meha borî hatî sepandin li seranserî Sûriyê, lê hîn lawaze.

Axaftinên paytexta Kazaxistanê Astana, ew bi piştgiriya Rûsya û Îran û Tirkiyê dibin, û hewlên vê dawiyê ne jib o dîtina çareseriyeka siyasî ji şerê Sûriyê re ku di encamê de bêhtirî 400 hezar kes hatine kuştin û bêhtirî nîvê xelkê Sûriyê bêşûnûwar kirin.

Şandê Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura, ew beşdar dibe di van axaftinan de, û biryare piştî van axaftinan li Cinêvê kombûn berdewam bin di meha şubatê de.

Wezareta derve ya Amerîka doh şemiyê got rêveberiya Amerîka nû di axaftinan de beşdar nabe ji ber karûbarên dawî yên veguhestina desthilatê.

Şanda opozisyonê ku îro gihîştî Astana, ew pêkhatiye ji dehan kesayetiyên serhildêr bi serkirdayetiya Mihemed Elûş berpirsê gurûpa Ceyşulîslam.

Hikûmeta Sûrî balyozê xwe yê Neteweyên Yekgirtî Beşar Jafarî û şandeka leşkerî dişine guftûgoyan.

XS
SM
MD
LG