Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkwezîrê Îraqê Biryara lêkolînê Liser Zêdegavên Leşkerê Îraqê li Mosîlê Dide


Serokwezirên Îraqê biryar da lêkolînê liser zêdegavîyan biser mafên mirovan û zêdegavîyên din bête kirin, ko wa heye ji alîyê hêzên hikumetê û çekdarên din lidema şerê azad kirin a Mosîl hatbe kirin.

Heyder el-Abadî dibêje, lêkolîn wê pêdaçûnê liser doseyên revandin, xirab karîyan û tondûtijîyan dijî sivîlan bike. Abadî di beyanamekî da got, ev boyere wê navê serbaz û çekdarên Şia û Sunne xirab bike.

Beyanamê herwesa da zanin, zêdegavî hatine tomar kirin û liser mediya civakî hate weşandin da xoşîya serkeftinê û wêneya ciwan ya hêzên parastinê û qorbanîyên azadiya xak têkbiden.

Beyanama Abadî piştî çend rojan ji daxwazeka Netewên Yegitî hat, ko divê lêkolîn liser Vidoe yê bite kirin ko têda eşkencdan û koştina bikêmî ya 3 bergomanên Daîşê li devereka nizîk Mosîl xoya dike.

Di Vidoe a 3 deqiqa da hêzên parastinê û polîs bi cilên leşkerî bergomanan eşkence diden jiberî bi gole yan têne koştin.

Hêzên îraqê û Kurdan oprasyonên berfireh bi piştevanîya Amerîka li meha 10 bo rêzgar kirina Mosîl pêkanin, piştî pitir ji 2 salan didestê çkdarên Daîşê li sala 2014.

XS
SM
MD
LG