Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pitir ji 60 Serbazên Tirk liser Tawana Tevlîbûna Kodeta Leşkerî Têne Dadgeh Kirin


Bi dehan efser û serbazên leşkerê Tirkiye bi gomana tevlîbûna kodeta leşkerîya ne serkeftî li Istanbûlê têne dadgeh kirin.

28 efser û 34 serbazên leşkerê Tirkiye bi hewlên kontrol kirina frokexana Sabiha Bokçen ya Istanbûlê li şeva kodetayê goneh barin. Ew bi pêkanina tawanan dijî dewletê hatine gonehbar kirin, ko wa heye bo dema jiyanê di zindanê da bêne ciza kirin.

Hijmareka wan tawan red kirin û gotin, wan bawer dikir beşdariyê di rahênan dikin.

Hikumeta Tirkiye oldarê Tirk Fethulla Gulen ewê li Amerîka dimîne bi pêkanina kodetayê gonehbar dike lê ew van tawanan red dike. Her piştî kodetayê hikumeta Tirkiye dest bi oprasyonên paqij kirina dezgehên hikumetê ji alîgirên Golen kirin.

Dadgeh kirina îro Dûşemê yekeme li Îstanbûlê bête kirin, herwesa 29 polîs bo goneha ne sernekeftînê di parastêna serokî têne dadgeh kirin.

XS
SM
MD
LG