Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka Red dike Êrîşên Asmanî bi hevkarî Digel Rûsya li Sûrîye Pêkani Bit


Wizareta berevanîya Amerîka “Pentagon” red dike hevkarî di êrîşên asmanî digel Rûsya li Sûrîye kirbe, piştî ragehandina wizareta berevanîya Rûsya, ko Amerîka hevkarîyê dijî çekdarên Dewleta Îslamî digel Rûsya kirye.

Wizareta berevanîya Rûsya got, leşkerê Rûsya alikarî di diyarkirina armancên Daîşê li nizîk bajarê el Bab ya Sûrîye li 22 vê mehê ji aliyê Amerîka ve bidestxist.

Acansa peyamên TASS a Rûsî ligor wizareta berevanîya Rûsya ragehand, weko encamp bo vê oprasyona hevbeş hijmareka ambarên çekî û komên çekdaran digel amêrên leşkerî wêran kirin.

Peyvdarê Pentagon Eric Pahon dibêje “wizareta berevanîya Amerîka hevkarîya asmanî digel Rûsya li Sûrîye nake.” herwesa got, pentagon kenalên peywendîyan digel leşkerê Rûsya derbarî rêgirîyê li her boyereka li asmanê Sûrîye heye.

Amerîka û Rûsya piştevanîya aliyên cûda yên hevrikîya Sûrîye dikin. Moscow piştevanîya serokê Sûrîye Beşar el- Ased dike lidema Washington, piştgirîya oposizyona Sunne ya Dijî hikumetê dike.

Li aliyeka din, Amerîk rêberayetîya hevalbendîya nêfnetewî dijî Daîşê dike.

Peyvdarê koçka Spî Sean Spicer di bersiva pisyarekî da derbarî oprasyonên hevbeş digel Rusya got, eger derfet hebe em şerê Daîşê digel her welatekî bikin, ewca Rûsya be yan her welatekî di bit, bo me berjewendiyeka hevbeşe, helbet em wê hevkarîyê bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump herdem digot, ew dixwaze karî digel Rûsya di şerê dijî Daîşê bike.

XS
SM
MD
LG