Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump, Sisi Liser Şerê Dijî Terorê Axiftin


Serokê Misrê Abdul Fetah el-Sisi û serokê Amerîka Donald Trump danûstandin derbarî peyda kirina riyên bihêz kirina şerê dijî terorê kirin, herwesa serokê Amerîka pêgiriya xew bi têkeliyên duali diyar kir.

Peyvdarê serokê Misrê Alaa Yousif di beyanamekî da got, Trump di peywendîyeka Telefonî da gote Sisi, ew biçaveka blind temaşa Misrê dike jiber zehmetiyên wî di şerê dijî terorê û piştevanîya Amerîka bo Misrê piştrast kir.

Peyvdarê Koçka Spî Sean Spincer da zanin, Turamp û Sisi behsî têkelîyê dinêvbera herdû welatan û alîkarîya Amerîka bo Misrê kirin.

Serokê Amerîka aşkira kir ko Alîkarîyên Amerîk yên leşkerî bo Misrê di şerê dijî Daîşê wê dewam bike.

Herwesa behsî têkelîyên aborî yên herdu welatan kirin û çawayetîya baş kirina aborîyê Misrê.

XS
SM
MD
LG