Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Cemîl: YPG Wê Guh Nede Biryarên Civîna Astana


Di îro Sêşemê de civîna Astana ji bo giftûgoya aştiyê li Sûriye bi dawî bû û beyanameya dawî hate ragîhandin, ku ji aliyên beşdarbûyî hatibû morkirin, lê wekû tê zanîn ku hêzên kurdî li Sûriye nehatibin vexwendin ji ber wê jî YPG beyanameyek di derbarî vê civînê de belavkiribû.

Dengê Amêrîka hevpeyvînek bi peyvdarê pêwendiyên leşkerî yên YPG li Cezîrê birêz Selah Cemîl re kir da ku helwesta YPG û hêzên kurdî di derbarî vê civînê de zelal bike.

Birêz Selah li ser ne vexwendina wan di civînê de dibêje: Ev civîn bi mebestên siyasî hatiye amadekirin, û bi taybetî yên Tirkiye ku ew li dijî daxwazên miletê kurd li sûriye ye, ji ber wê em hatin dûrxistin.

Herwiha jî birêz Selah anî ziman ku civîna Astana nikare şerê Sûriye rawestîne, ji ber kesên beşdar bûne guman di wan de hey ku wan karên terorî li dij miletê sûrî kirine.

Hevpeyvîna Dr.Selah Cemîl-01-24-2017-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00

XS
SM
MD
LG