Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryarên Avakirina Dîwarê Meksîk û Qedexekirina Penaberan Amade Dike


Serokê Amerîka Donald Trump xwe amade dike ji bo avakirina dîwarekî li ser sînorê Meksîk û sepandiona qedexeya demkî li ser wergirtina penaberan, li gor gelek berpirsên hikûmî û şarezayên koçberiyê.

Pêşbîne ew biryarên girêdayî koçberiyê roja çarşemê îmze bike dema serdana xwe bo wezareta ewlekariya navxweyî.

Ev bizavên wî tên li gor sozên wî yên helmeta hilbijartinan li dor xurtkirina ewlekariya niştimanî.

Trump dixwaze dîwarekî li dirêjiya sînorê Amerîka li gel meksîk ava bike.

Niha tenê hin çeper hene li hin cihan.

Wî soz daye ku welatê Meksîk dê pereyên avakirina dîwar bide. Û vê dawiyê got Kongrêsa Amerîkî dê desthilatê bide hikûmetê ku dîwar ava bike û piştre hikûmeta Meksîk wan pereyan bide.

Meksîk, ku biryare serokê wê Enrique Pena Nieto hefteya bê serdana koşka sipî bike, gelek caran got ew çi pereyan ji bo avakirina dîwar nade.

Kesên şareza li dor biryarên derbarê koçberiyê de gotin Trump rawestana pejirandina hemî penaberan bo çar mehan dide berçavan, û her wiha qedexekirina derbasbûna Amerîka ji aliyê her kesekî Îraqî, Îranî, Lîbî, û Sûrî ve, bi kêmanî bo mehekê.

XS
SM
MD
LG