Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Îraq 31 Kesan Dikuje ji bo Rola Wan di Komkujiyeka 2014an de


Rêxistina navnetewî ya mafê mirov Amnesty dibêje Îraqê 31 kes kuştin ji ber rola wan di komkujiya bisedan xwendekarên artêşa Îraqî de ku ji aliyê gurûpa Dewleta Îslamî di sala 2014an de pêk hatibû.

Amnesty di daxuyaniyekê de doh sêşemê êvarî got ew roja înê hatin kuştin. Rêxistinê ji ser zimanê berpirsekî xwecihî li parêzgeha Selahidîn wergerandinbû, cihê ku termên wan hatibûn veguhestin da radestî xwediyên wan bin.

Rexistina ku bingeh li Londonê ye got:

“kuştina wan ew belgeyeke ku desthilatdarên Îraqê rêzê li mafên mirovan nagrin û cezayê mirinê bi awakî şaş bikar tînin bi navê ewlekariyê. “

Ew dibêje ew di bin êşkenciyê de li tawanên xwe mukurhatin û piştî dadgehkirineka bilez û sexte ew hatin kuştin.

Daxwazên şîrovekirinê ji aliyê civata dozgeran û wezareta dadweriyê ve, yekser nehatin bersivdan.

XS
SM
MD
LG