Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Piştgiriya Avakirina Navçeyên Aram li Sûriyê Dike


Donald Trump
Donald Trump

Di hevdîtinekê de li gel Dezgeha ABC ya nûçeyan, serokê Amerîka Donald Trump piştgiriya xwe bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê derbirî.

Armanca duristkirina navçeyên parastî ewe vehewandina xelkê bêşûnûwar ên ku ji navçeyên şer direvin, ji dêvla derxistina wan bo welatên derve.

Eger ev yek pêk bê, dê Amerîka pêwîstî bi destêwerdana leşkerî hebe ji bo parastina wan navçeyan.

Piştgiriya Trump a vê gavê, li gor şîrovekaran, tê wek çareyeka alternatîv a wergirtina penaberan li welatên din û di nav de jî Amerîka.

Trump rexneya welatên Ewrupî kir li dor biryara wan a wergirtina sedhezaran penaberên ku ji herêmên şer direvin.

Wî got di hin rewşan de xelk bi “niyazên şer” derbas dibin, wek endamên gurûpa Dewleta Îslamî Daiş.

Tê zanîn, di sala 2016an de Amerîka 85 hezar penaber pejirandin, di nav de bêhtirî 12,500 Sûrî bûn.

Serokê berê Barack Obama wergirtina 110 hezar penaber di sala 2017an kiribû armanc.

XS
SM
MD
LG