Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Pêwîste Amerîka bi Huşdarî Pilana Navçeyên Aram li Sûriyê Bike


Dmitry Peskov

Kremlin dibêje divê Amerîka bi awakî huşdar pilana xwe ya duristkirina navçeyên aram li Sûriyê bide berçavan.

Di bersiva pirsiyarekê de li dor reşnivîsa biryareka cîbecîkar ku pêşbîne serokê Amerîka Donald Trump îmze bike, peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov bal kişand ser girîngiya ku Amerîka hemî encamên duristkirina navçeyên aram bide berçavan.

Wî îro pêncşemê got:

“Girînge ku rewşa penaberan xerab nebe.”

Di demekê de, ku Amerîka vîza bo Sûriyê û hin welatên din rawestandin, li gor biryarê dê wezaretên berevanî û derve yên Amerîka, di nîrê 90 rojî de pilanekê deynin ji bo navçeyên aram li Sûriyê.

Navçeyên aram, hatin pêşniyar kirin ji aliyê Trump û Hillay Clinton herduyan ve, di helmeta wan hilbijartinan de.

Berê jî rêveberiya Obama ew dabû berçavan, lê helmeta Rûsî ya êrîşên esmanî yek ji sedemên pêknehatina wan bû.

XS
SM
MD
LG