Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahrar al-Şam Dibêje 6 Gurûpên Din Tevlî wê Bûn


Gurûpa Îslamî ya Sûrî Ahrar al-Şam îro pênşemê got 6 gurûpên serhildêr ên din li bakurê rojavayê Sûriyê tevlî wê bûn ji rawestana li dijî gurûpa Fetih el-Şam.

Gurûpa Jîhadî Fetih el-Şam ya girêdayî el-Qaîde ku bi awakî fermî bi navê Cebhet el-Nusra tê nasîn vê hefteyê êrîşî gurûpên artêşa Sûriya Azad kir û ew tawanbarkirin bi pîlanên dijî wê di axaftinên aştiyê de li Kazaxistanê.

Ahrar al-Sham a ku xwe wek gurûpeka sereke ya Sunnî dide pêş, li gel gurûpên Artêşa Sûriya Azad rawestiya û got Fetih el-Şam hewildanên navînciyatiyê red kiribûn.

Daxuyaniya Ahrar al-Şam got êrîşa li ser endamên wê ew ragihandina şer bû û ew dê dijî wê bêdeng nemînin.

Gurûpên serhildêr Alwiyat Suqour al-Şam, Fastaqim, Jeyş al-Îslam, şaxa Idlibê, Jeyş al-Mujahideen û al-Jabha al-Şamiya şaxa rojavayê Helebê, di daxuyaniyekê de gotin ew tevlî Ahrar al-Şam bûn.

Daxuyaniya Ahrar al-Şam her wiha got ketîbeyên Şoreşa Şamê û hin ketîbeyên din li gel wan pênc gurûpan tevlî wê bûn.

XS
SM
MD
LG