Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Meksîka Civîna ligel Trump Betal Kir


Nieto û Trump

Serokê Meksîka Enrique Pena Nieto îro Pêncşemê got ku ewê civîna xwe ya Sêşema tê ligel Serokê Amerîka Donald Trump betal bike.

Trump ji hesaba xwe ya Twitterê ragihandibû ku divê Meksîka kombûna plankirî betal bike, eger ne amade be ku mesrefa dîwara sînor bide.

"Vê sibê me Qesra Sipî agahdar kir ku ezê beşdarê civîna plankirî ya hefteya tê ya ligel serokê Amerîka nebim," Pena Nieto îro ji hesaba xwe ya Twitterê ragihand.

Nieto da zanîn ku Meksîka dubare dike ku di çarçoveya berjewendîyên dualî de ligel Amerîka bixebite.

XS
SM
MD
LG