Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deng û Reng: Hunermend û Sazvan Osama Dada


Hunermendê kurd Osama Dada, ji bîr û baweriyên bi hêza mûzîk û hunerê û rola wê di civatê de, Dar Saz ji bo fêrbûna mûzîkê li Efrîn-Helebê vekir û ta roja îro xebatên xwe berdewam dike, ku bi sedan zarokên kurda hînî mûzîk û bengehên wê kiriye.

Osama Dada di sala 1972'an li gundê Qitmê li herêma Efrînê ji dayik bû.

ji zaroktiya xwe guhdan bi mûzîkê dikir û xwe fêrî wê dikir alîkariya malbata xwe.

Li bajarê Helebê ew derbasî peymangeha mûzîkê bû, da ku koka mûzîk û beşê wê nas bike.

osama dada
osama dada

Piştî xwendina mûzîkê, wê dest bi karê mamostayiya mûzîkê kir, ta bengeha Dar Saz avakir û bi fermî êdî karê xwe berdewam kir.

Ji ber qeyrana Sûrî, Osama berê xwe da herêma Kurdistanê û li wir karê xwe berdewam kir, ta dawiyê li bajarê Antabê li Trikiye bicî bû û li wir Dar Saz bi beşên din li Efrîn û Ewrupa re xebatên xwe berdewam dike.

osama dada
osama dada

Osama bi gelek hunermendên navdar ên Kurd, Îranê, Ereb û Tirk re kar kiriye û awaz ji wan re daniye.

Baweriyên Osama bi mûzîka Kurdî heye û dibîne ku pêşeroja wê serkeftiye , ku nifşê nû bi şarezayî guhdanê bi mûzîka xwe dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:04 0:00

XS
SM
MD
LG