Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Parêzerên Amerîka Doza Rêgirtinê li Biryara Trump a Koçberan Dikin


Îro şemiyê hin parêzerên koçberiyê doza rêgirtinê li biryara serokê Amerîka Donald Trump a koçberan kirin.

Biryar, derbasbûna penaber û welatiyên heft welatan, ku piraniya wan misilman in, bo Amerîka qedexe dike .

Parêzerên hin rêxistinên koçberiyê û Yekîttiya Amerîka ya Azadiyên Sivîl li dadgeha Fedralî ya Brooklyn li New York, dozek vekirin ji ber du Îraqiyan ve, ku yek karmendekî berê yê hikûmeta Amerîkiye û yê din mêrê kontractereka berê ya ewlekariya Amerîka ye.

Wan herdû kesên Îraqî vîza hebûn ji bo derbasbûna Amerîka, lê doh înê êvarî hatin girtin li firokxaneya navnetewî ya John Kennedy.

Girtina wan hat çend demjimêran piştî îmzekirina Trump biryara qedexekirina derbasbûna welatiyên Sûriya, Îraq, Lîbya, Yemen, Somal, Sûdan û Îranê bo Amerîka.

Parêzeran, ji dadweran doza berdana wan herdû kesan kir û her wiha daxwaza rêgirtinê kirin li cîbecîkirina biryara Trump a derheqê kesên ku belgeyên fermî hene ji bo derbasbûna Amerîka.

XS
SM
MD
LG