Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwereka Amerîkî bi Awakî Demkî Rê Digre li Biryara Trump a Koçberan


Doh şemiyê êvarê, dadwera Amerîkî Ann Donnelly li New Yorkê biryareke awarte da ku bi awakî demkî rê digre li pêş cîbecîkirina biryara serokê Amerîka Donald Trump a qedexekirina derbasbûna welatiyên heft welatan bo Amerîka.

Ev destêwerdana yasayî tê piştî girtina gelek kesan li firokxaneyên Amerîka. Biryara dadwerê rê dide kesên ku berê vîza hene an belgeyên erêkirî yên penaberiyê hene derbasî Amerîka bin.

Donnely di daxuyaniya xwe de got:

“Eger bidûrxistina wan neyê rawestan dê metirsiyeka rasterast hebe, dê ziyaneke mezin a ku nayê çakirin bigihe penaber, hilgirtiyên vîza û hinekên din ji welatên“ku biryara serok li wan hatî sepandin.

Daxuyaniyeka ewlekariya navxweyî îro yekşemê got ew dê” pêgirbe bi biryarên dadwerî, “ lê di berdewamiya daxiyaniyê de got ew dê her wiha“ biryara serok cîbecî bike ji bo piştrastkirina ku kesên derbasî Amerîka dibin çi gefê nadin ser welat û xelkê Amerîka.“

Raportên desthilatdarên fedralî nîşan bi wê yekê dan ku bi kêmanî 170 kes hatibûn girtinj ji dema îmzekirina biryara qedexekirinê ji aliyê Trump ve li koşka Sipî.

XS
SM
MD
LG