Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Hin Zarok Girtin û Êşkence Kirin


Raporteka rêxistina Human Rights Watch ku îro yekşemê belav bû got hikûmeta herêma kurdistana Îraqê hinek zarok girtin, bi gumana girêdana wan li gel gurûpa Dewleta Îslamî, û ew êşkence kirin.

Zarokên ku hîn bi awakî fermî nehatine gunehbarkirin rastî hin cûreyên êşkencê bû wek sotandina laşê wan bi cixareyan, şokên elektrîkê û lêdana bi boriyên pilastîkî, li gor HRW ku bingeh li New Yorkê ye.

HRW texmîn dike ku bêhtirî 180 zarok di bin temenê 18an de niha girtî ne û berpirsên hikûmetê xwediyên wan agahdar nekirine li dor cihên wan.

Rêxistin dibêje wan hevdîtin li gel 19 zarokan kirin ku temenên wan di navbera 11 û 17 salan de ne dema ew li navenda çakirina zarokan bûn li Hewlêr. HRW dibêje hevdîtin bûn bê amadebûna berpirsên ewlekarî an hebûna efserên agahdariyê.

Di demekê de ku hêzên Îraqî navçeyên di bin destê Daiş de rizgar dikin, wan bisedan mêr û zarok girtine. Gelek ji wan girtiyan rastî danûstandinên ne mirovayî dibin.

Rêxistina mafê mirov huşdariyê dide ku kiriyarên wiha hestên ne baş derdixin holê di derheqê hêzên Îraqî û serkeftinên wan yên dijî Daiş de.

XS
SM
MD
LG