Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyên Ewrupî Dijberiya Biryara Trump a Qedexekirina Koçberan Dikin


Serkirdeyên Birêtanya û Almanya tevlî hin hevalbendên din ên Amerîka bûn di rexnekirina serokê Amerîka Donald Trump de li dor qedexekirina derbasbûna welatiyên heft welatên ku piraniya xelkê wan misilmanin bo Amerîka.

Serokwzîra Birêtanya Theresa May li gel Trump erê nake û dê rikberiya hikûmeta Amerîka bike eger biryara Trump encamên berevajî hebin li welatiyên Birêtanya, li gor peyvdarekî.

Axaftinên peyvdar hatin piştî ku May red kir li dor vê babetê biaxive dema li Tirkiyê bû. May li Tirkiyê got ew biryareka tenê girêdayî Amerîka ye.

Rawêjkara Almanî Angela Merkel ew jî ji biryarê ne razî ye.

Peyvdarê Merkel Steffen Seibert got:

“Merkel bawere ku heta şerê pêwîst û biryarbir ê dijî terorê nabe bihane ku xelkê herêmekê an ayîneka destnîşankirî bi awakî giştî rastî gumanê bin. “

Seibert her wiha got Merkel ev babet di telefona xwe de li gel Trump roja şemiyê derxist holê û bal kişand ser rêkeftina Cinêvê ya penaberan a sala 1951 ku banga aliyên îmzekirî dike da xelkê ji ber şer direvin wergirin.

Serokê Frensa Francois Hollande ew jî di nav serkirdeyên pêşîn ên Ewrupî de bû ku roja şemiyê got:

“ Dema Trump wergirtina penaberan red dike û Ewrupa erka xwe di vê derbarê de pêk tîne, wê demê divê em bersiva wî bidin.“

XS
SM
MD
LG