Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Dibêje, Ew Liser Ferq û Cudahîyan Qayil Nebe


Peyvdarekî serokê berê yê Amerîka Barack Obama dibêje, ew dil xoşe liser çalakiyên siyasî li tevaya Amerîka lê liser ferq û cudahîya dijî kesan liser baweriyên Olî qayil nabe.

Berdevkê Obama, Kevin Lewis dibêje, serokê berê ko ji berî 10 rojan ji desthelatê derkeftî got “ Ew bi yekcarî dijî cudaberîya ligor Ol û baweriyên xelkê ye û ew liser vê çendê qayil nabe.“

Kevin Lewis herwesa liser zarê Obama got,serokê berê yê Amerîka dibêje “ lidema hevwelatî mafên xew yên destorî weko rêkxistîna xewpişandanan û lihev hatin û gehandina dengê xew bikar dine, divê karbidest goh lê bigre, ya niha ew dibînem bihayên Amerîka di metirsan daye.“

Herwesa Obama got, xewpişandan û lihevhatin li sertasrî welat han dide.

XS
SM
MD
LG