Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berbijêrê Xwe bo Dadgeha Bilind Binav Dike


Serokê Amerîka Donald Trump dozgerê wîlayeta Colorado Neil Gorsuch wek berbijêrê xwe yê dadgeha bilind ragihand.


Gorsuch yê 49 salî, ji arliyê serokê Amerîka yê pêştir George W. Bush ve hatibû destnîşankirin bo xola 10an a dadgeha pêdaçûnê di sala 2006 an de.


Kursiya nehan a dadgeha bilind a Amerîka vala mabû ji dema mirina dozger Antonin Scalia ve, parêzyarê ku 30 salî di dadgeha bilind de mabû.


Serokê berê Barack Obama dozgerê dadgeha pêdaçûnê Merrick Garland binav kiribû ji bo dagirtina cihê Scalia, lê Sînato ya ku komarî kontrol dikin, berbijêriya Garland red kir û got ew dixwaza serokê bê dozgerê berbijêr binnab bike.


Peyvdarê koşka sipî Sean Spicer roja sêşemê pêşbîniya wê yekê kir ku berbijêrê serok Trump dê dengdaran kêfxweş bike li dor pêşeroja dadgeha bilind.
Wî got:
"Ez dikarim bo we piştrast bikim ku ev kesê berbijêr dê bihêle dengdar û her kesekî Amerîkî pê serbilind bin."


Hêjayî gotinê ye, dadgeha bilind hatiye dabeşkirin di navbera 4 dozgerên parêzyar û 4 ên lîbral,û binavkirina kesekî wek Gorsuch dê aliyê parêzyaran bike piranî di dadgeha bilind a Amerîka de.

XS
SM
MD
LG