Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka 75 Saliya Weşana Xwe Ya Zindî Pîroz Dike


Piştî kêmî 7 hefteyan ji derbasbûna Amerîka bi awakî fermî bo şerê cîhanê yê duyem, roja 1î meha Şubata sala1942an de weşana zindî ya Radiyoyê bo mawê 15 Xûlekan ji studiyoyek biçûk ya bajarê New Yorkê di giha Almanya.

Weşanê bi strana niştimanî ya bi navê "The Battle Hymn of the Republic." dest pê dikir, wê demê dengê bêjer William Harlan Hale dihate bihîstin ku digot:

”Em dengan ji Amerîka digihînin we. Ji îro pêve, di vê em li gel we biaxivin li dor Amerîka û şer. Renge Nûçe bo me baş bin an ne, lê divê em rastiyê bo we bêjin.”

Ew dengê yekemê Radiyoyê bû, piştî 75 salan, niha Dengê Amerîka ye ku bingeh a wê li Washington e.

Bidawî bûna şer, Dengê Amerîka weşan bi 40 zimanî bi bernameyên mozîk, nûçe û şîrovekirinê dikir.

Ji wê demê ve, Dengê Amerîka bi awakî pirengî weşana xwe ya navnetewî dike, bi 47 zimanana û li ser gelek platforman.

Birêvebira Dengê Amerîka Amanda Bennett got:

"Ev bûn 75 sal em weşana xwe bi nûçe û agahiyên bê alî li seranserî cîhanê dikin, ez bawerim tiştê em niha dikin ji her demekê berê girîngtire.”

Bi dirêjahiya salan, Nûçegihanên Dengê Amerîka li gelek aliyên cîhanê di bûyerên mezinên cîhanê d, di amade ne ji bo romalkirina nûçeyan.

XS
SM
MD
LG