Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Rêkeftina Amerîka û Australya dê Rastî Vekolînên Tund Bên


Serokwezîrê Australya Malcolm Turnbull îro çarşemê got herçendî Serokê Amerîka Donald Trump biryarek îmzekiriye li dor ragirtina demkî ya pejirandina penaberan, Amerîka pêgire bi rêkeftina di navbera Amerîka û Austarlya de li dor wergirtina penaxwazên kampên kendavên Pasifîk,

Rêkeftin hatibû îmzekirin di dema rêvebiriya serokê berê Barack Obama de.

Rêkeftin derdora 1200 koçber vedihewîne ku di dema hewildana wan de bo derbasbûna Australya, rê li wan hatibû girtin û ew li kampên giravên Papua New Guinea û Nauru dimînin.

Peyvdarê koşka sipî Sean Spicer doh sêşemê gote rojnamevanan ku vekolînên tund dê li gel hemî penaberan bibin.

Piraniya penaberên rêkeftina Amerîka û Australya ew Afghanî, Îraqî û Îranî ne.

Tê zanîn, li gel ragirtina bernameya penaberan bi giştî bo 120 rojan, û penaberên Sûrî bo demeke nediyar, biryara Trump her wiha derbasbûna bo Amerîka qedexe dike li hemî welatiyên Îran,Îraq, Sûriya, Yemen, Lîbya, Somal û Sûdanê.

Wezîrê ewlekariya navxweyî John Kelly do sêşemê got van7 welatên navborî hêzên yasayî yên ku zanyarî û dîroka welatiyên xwe piştrast bikin nînin,û Amerîka dê li gel wan û welatên din kar bike ji bo bihêzkirina pîvanên xwe yên ewlekariyê.

XS
SM
MD
LG