Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Meksîk Red Dikin ku Trump Gefa Şandina Hêzan bo Meksîk Daye


Trump Peña Nieto

Herdû welatên Amerîka û Meksîk red dikin ku serokê Amerîka Donald Trump huşdarî dabe ku dê hêzên Amerîka biçîne Meksîk.

Ajansa Associated Press û rojnamevanekî Meksîkî li Waçinton ragihandibûn ku Trump di pêwendiyeka telefonî de hefteya borî ji serokê Meksîk Enrique Pena Nieto gotiye ewê hêzên Amerîkî bişîne wir ji bo “têkbirina kesên ne baş “eger Meksîk gavên bêhtir navêje ji bo kontrolkirina wan.

Associated Press dibêje hin beşên pêwendiya telefonî ji aliyê kesekî ve, ku nexwest navê xwe diyar bike, gihîştin wê .

Rojnameya New York Times got berpirsekî rêveberiya Amerîka doh çarşemê êvarî got axaftinên Trump di balafirê de bûn, û li dor pêşkêşkirina alîkariyê bûn bo Meksîk di şerê çeteyên madeyên hişbir û kontrolkirina sînor de.

Peyvdarê serokatiya Meksîk Eduardo Sanchez got axaftina ku Trump gotiyê dê hêzan bişîne Meksîk ew bi temamî derewe.

Wî got Trump û Pena Nieto pênasîn bi nakokiyên xwe kirin li dor gelek babetan lê wan daxwazên xwe derbirîn li dor parastina diyalogê ji bo gihîştina rêkeftinekê di navbera herdû welatan de.

Tê zanîn ku Trump pilan dike dîwarekî di navbera Amerîka û Meksîk de ava bike.

Ew dibêje dê Meksîk pereyên avakirinê bide, lê desthiladarên Meksîk ta niha vê yekê red dikin û dibêjin ew çi pereyan nadin ji bo avakirina dîwar.

XS
SM
MD
LG