Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameyeka Almanî Dibêje Îranê Têsta Mûşekeka Kurûz kir


Rojnameya Almanî Die Welt îro pênşemê ji hin çavkaniyên agahdarî yên nediyar ragihand ku Îranê roja yekşemê têsta mûşekeka Kurûz bi navê Sumar kir ku dikare çekên navokî hilgire û her wiha têsta mûşekeka Balistî ya navendî kir.

Çi şîrove di vê derbarê de yekser nebûn, ne ji aliyê ajansa agahdariyên Almanî û ne jî ji aliyê desthilatdarên Îranê ve.

Rojnameyê got mûşeka Kurûz a binavê Sumar li Îranê hatibû avakirin û di têsta xwe ya yekem de derdora 600 km bi awakî serkeftî çû.

Die Welt got, li gor çavkaniyên agahdariyê, Bawere mûşek dikare çekên navokî hilgire û renge bo 2000 ta 3000 km biçe.

Hêjayî gotinê ye ku mûşekên Kurûz asêtir in ji yên Balistî, ji aliyê rawstana wan ve.

Desthilatdarên Îranê doh çarşemê piştrastkir ku wan têsta mûşekeka balistî kirin, lê got ew ne zêdegavî bû li rêkeftina navokî ya Îranê li gel hêzên mezin ên cîhanê.

XS
SM
MD
LG