Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Eger Dijmin Şaşiyê Bikin dê Mûşekên me li Ser Wan Bibarin


Komandarekî bilind ê nobedarên şoreşvanî yên Îranê îro şemiyê got "Mûşekên Îranê dê bi ser dijminên welêt ve bê xwar eger ew tişketî şaş bikin," li gor ajansa Tesnîm a nûçeyan.

General Amir Ali Hajizadeh, berpirsê hêzên esmanî yên nobedaran got:

“Eger dijmin di tixûbê xwe derbas ke, dê mûşekên me bi ser wan de bibarin. “

Axaftinên Hajizadeh hatin di meşqeka leşkerî ya nobedarên şoreşvanî de li parêzgeha Semnan a Bakurê Îranê, bi armanca têstkirina sîstemên mûşek û radaran.

Ev meşq tê rojekî piştî sepandina cezayan li ser Îranê ji aliyê rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump ve.

Cezayan bêhtirî 24 kesayetî û kompanî ji xwe re kirin armanc.

Hêjayî gotinê ye, wezîrê derve yê Îranê Javad Zarif roja înê di Tiwîteka xwe de gotibû welatê wî dê bi gefan neheje û ew dê berevaniya welatê xwe bikin.

Wî gotibû: “em qet dest bi şer nakin, lê em dikarin pala xwe bidin ser çekên xwe di berevaniyê de.”

XS
SM
MD
LG