Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîkî li Îraqê li Benda Pîvanên Yasayî ye li Dor Koçberan


Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê dibêje ew hîn li hêviya pîvanên yasayî ne, piştî nûçeyên biryareka dadgeha Amerîka ya bendkirina biryara serok Trump a li dor koçberên Îraq û şeş welatên din ên ku piraniya xelkên wan misilmanin.

Balyozxaneyê ji ajansa Associated Press re got:

“Em nizanin dê bandor çawa be, lê em kar dikin ji bo wergirtina agahiyên bêhtir. “

Balyozxaneyê got karmendên wan gelek telefon ji Îraqiyan wergirtin ku dipirsin eger çi guhertin bûne di derbarê vîza de.

Peyvdarê hikûmeta Îraqî dibêje nivîsîngeha serokwezîr ew jî li benda helwesta fermî ya rêveberiya Amerîka ye.

Hefteya borî, di bizaveke sîmbolîk de, Parlemana Îraqê banga pîvanên wek yên Amerîka kir û fişar dan ser hikûmeta Îraqê ku dixwaza balansekê têxe navbera hevalbendiya li gel Amerîka û Îranê ku hin aliyên siyasî li gel wê hevalbendin.

XS
SM
MD
LG