Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jim Mattis Banga Hewlên Diplomasî Dike li Herêma Derya Başûrê Çînê


Wezîrê berevaniya Amerîka dibêje Amerîka rêveberiya Japonî ya giravên Senkaku dike, û Çîn yekser axaftina wî rexne dike.

Jim Mattis îro şemiyê li Tokyo got wî di axaftinên xwe de li gel hevtayê xwe yê Japonî Tomomi Inada diyar kir ku siyaseta Amerîka li dor giravên Senkaku hîn wek xwe ye.

Giravên bê rûniştvan, ku cihê nakokiyê ne, ew li Japonê bi navê Senkaku û li Çîn bi navê Diaoyu tên nasîn.

Her yek ji wan welatan dibêje girav yên wan in û çînê hin giravên çêkirî avakirin e li herêma derya başûrê Çînê.

Li gel wan, Taywan, Malîzya, Vêtnam, Filipîn, û Bronay ew jî doza hin beşên avê dikin li wê herêmê.

Mattis banga rawestana her bizaveke leşkeri kir li herêmê û got vê deme em çi pêwîstiyê nabînin ji bo bizavên dramatîkî yên leşkeri.

Li Bêjîn, peyvdarekî wezareta derve ya Çînê rexne li helwesta Amerîka kir li dor vê herêma ku cihê nakokiyan e û got divê Amerîka şîrove yên şaş neke li dor giravên Diaoyu û pirsgirêkê bêhtir tevlihev neke.

XS
SM
MD
LG