Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mithat Sancar: Serdana Angela Merkel Ji Bo me Girîng e


Mithat Sancar
Mithat Sancar

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, di serdana xwe Tirkîyê de, piştî civîna bi serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re, bi parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re hate gel hev

Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînî Mithat Sancar ji dengê Amerîkayê re qala girîngîya serdana Merkel kir.

wî got:

“Li gorî helwesta me baş bû ku Merkel hate Tirkiyê. Me hin şertên xwe berê jî anîbûn ziman ku divê Merkel ne tenê bi hikûmetê re, bi partiyên muxalif re jî hevdîtinan bike”.

Mithat Sancar girtina hevserok û parlementerên HDP’ê bibîr anî û got :

“ Wê ji me pirsî ka zextên ku li ser partiya me hatiye kirin, rewşeke çawa derxistiye holê. Me jî di bersiva xwe de got ku bi hezaran xebatkar û endamên partiya me hatine girtin, bi dehan hevşaredar û parlementerên me girtî ne û divêyabû vê hevdîtina bi we re hevserokên partiya me pêkbianiyana lê ew bi awayekî bêhiqûq girtî ne”.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke

Raporta Zozan Yaşar 02_04_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00

XS
SM
MD
LG