Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Penaberan a NY Nîgerane li dor Bandora Qedexekirina Amerîka li ser Penaberan


Filippo Grandi

Berpirsekî rade bilindê Neteweyên Yekgirtî dibêje li ser Amerîka dimîne ku biryarê bide li dor qedexekirina penaberan an pejirandina wan, û Neteweyên Yekgirtî pir bi xeme li dor bandora qedexekirinê li wan.

Komisyonerê bilind ê penaberan li Neteweyên Yekgirtî Filippo Grandi îro şemiyê ji ajansa Associated Press re got aliyê ne baş di vê biryarê de ewe ku bandor daye ser gelek kesên ku hemî qonaxên piroseya erêkirinê derbaskiribûn ji aliyê Amerîka ve.

Grandi li Beyrûta paytexta Libnan got welatên din pîvanên xwe yên taybet hene û çê nabe barên wan giratir bibe ji ber wan penaberên ku niha nikarin biçin Amerîka.

Axaftinên wî hatin çend demjimêran piştî biryara dadega Fedralî ya Amerîka li dor berbendkirina biryara serok Trump a qedexekirina koçber û penaberên heft welatan ku piraniya xelkên wan misilman in.

XS
SM
MD
LG