Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêr: Renge Jîhadî Qedexekirina Koçberan di Komkirina Alîgiran de Bikar Bînin


Gurûpên Cîhadî yên wek Dewleta Îslamî û el-Qaîde renge nakokiyên li dor qedexekirina penaber û koçberên heft welatan bo Amerîka, bikarbînin wek riyeka bikaranîna xelkê di şer de, li gor hin çavdêran.

Serokê Amerîka Donald Trump îro şemiyê soz da ku biryara Dadwerê Fedralî ya berbendkirina biryara qedexekirinê, têkbibe û biryar wek biryareka xerab binav kir.

Rêveberiya Trump dibêje biryara qedexekirina welatiyên heft welatên Misilman ew demkî ye ta ku siyaseteka berfereh di vê derbarê de tê danîn.

Lê di demekê de ku xwepêşandan berdewamin li dijî biryara Trump, hin şareza dibêjin renge ew bibe derfetekê ji bo gurûpên jîhadî ku bêhtir îdyolojiya xwe belavkin.

Gurûpa agahdariyan a SITE, ku bingeh li Amerîka ye, got Jîhadî dibêjin biryara Trump a qedexekirinê ew ” Kîna Amerîka li beramber Misilimanan diyar dike."

Koşka Sipî dibêje biryar ji bo parastina sînorên Amerîka ye

XS
SM
MD
LG