Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Şer ên Urdunî Êrîşî Bingehên Daiş li Başûrî Sûriyê Dikin


Urdun dibêje wan êrîşên esmanî birin ser gurûpa Daiş li başûrî Sûriyê, û cebilxane û bingehên wan ên amadekirina erebeyên bumbekirî ji xwe re kirin armanc.

Ajansa dewletê ya nûçeyan Petra îro yekşemê ragihand ku firokên bê firokvan ên Urdun jimareka nediyar a çekdarên Daiş kuştin û hinek birîndar kirin. Wê got êrîşên esmanî yên roja înê her wiha şûneka Daiş a ku berê bingeheke larêşa Sûriî bû ji xwe re kir armanc.

Urdun, alîgirê rojava, berê êrîşên wiha kirine wek beşek ji koalisyona biserkirdayetiya Amerîka li dijî Daiş li Îraq û Sûriyê.

Ev êrîşên dawî tên piştî kombûnên radebilind ên Şah Abdulla ê duyem li Waşinton li dor siyaseta nû ya Amerîka li Sûriyê.

Serokê Amerîka Donald Trump behsa navçeyên aram kir li Sûriyê, ev gava ku rexnegir dibêjin dê asta destêwerdana leşkerên Amerîkî li wir bilindtir bike.

XS
SM
MD
LG