Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Qedexeya li ser Tîma Zorbazên Amerîkî Radike


Îranê qedexeya li ser zorbazên Amerîkî rakir û hîşt ew tevlî qehremaniya cîhanî ya yariyên azad bibin ku dê vê mehê li bajarê Kermanşah bêne lidarxistin, li gor medya Îranê.

Raporta tilfizyona dewletê îro yekşemê ji ser zimanê peyvdarê wezareta derve Behrem Qasimî ragihand ku gotibû qedexe hat rakirin piştî ku ” bendên nijadperest” ên Amîrka ji ser Îraniayn hatin rakirin ji aliyê dadwerê Fedralî yê Amerîka ve.

Zorbaz roja înê hatibûn qedexekirin ji yariyên roja 16 û 17ê vê mehê, piştî biryara Trump a qedexekirina koçberan ji heft welatan ku Îran jî di nav wan de bû.

Rêveberiya Trump niha hewil dide careka din qedexekirinê vegerîne.

Li gel nakokiyên di navbera hikûmetên welatên wan de, zorbazên Amerîkî û Îranî mîvandariya hev dikin û wan pêwendiyên kar hene ku vedigerin bo dehsalan berê.

Bi kêmanî Parlemanterekî Îranî bi navê Ali Mohtari di posteka xwe yaTwitter de, rexne li biryara qedexekirina tîma zorbazan kir û got divê Îran tersî kiryarên Trump bixêrhatina zorbazên Amerîkî bike.

XS
SM
MD
LG