Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheka Amerîkî ya Pêdaçûnê Daxwaza Wezareta Dadweriyê li dor Biryara Trump Red Dike


Donald Trump
Donald Trump

Dadgeheka Amerîka ya Pêdaçûnê red kir daxwaza rêveberiya Trump ji bo vegerandina biryara Donald Trump a li dor Koçberan ku Dadwerekî Fedralî berbend kiribû.

Dadgeha Pêdaçûnan a 9em li bajarê San Fransîsko daxwaz ji rêveberiya Trump û wîlayeta Waşinton kir ku gotûbêjên bêhtir roja duşemê piştî nîvro peşkeş bikin.

Dadwerê giştî bi wîkalet Noel Francisco, roja şemiyê êvarê got desthilata serokatiyê ji ya dadweriyê parastiye di derbarê kî dikare derbasî welêt be û kî nikare de.

Derengî şemiyê wezareta dadweriyê ev daxwaz pêşkêş kir wek bersiv bo biryara dadwerê fedralî ku li gor wê biryara serok Trump a qedexekirina koçberan hate rawestandin.

Hêjayî gotinê ye piştî çend demjimêran ji berbendkirina biryara wî, serok Trump rexne li dadwer kirin û huçdarî da ku berbendkirina biryarê dê bihêle“ Gelek kesên xerab û xeternak derbasî welatê me bibin.”

XS
SM
MD
LG