Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Piştgiriyê Dide Nûjenkirina Guftûgoyên Neteweyên Yekgirtî li dor Sûriyê


Sergei Lavrov
Sergei Lavrov

Îro yekşemê Rûsya got ew piştgiriya berdewamiya guftûgoyên li dor Sûriyê dike bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî ku bo demeke dirêj hewil dan lê negihîştin çi çareseriyê.

Rûsya meha borî piştgiriya axaftinên Astana kir û li gor wan, hate pilankirina ku guftûgo roja 8 vê mehê berdewam bibin li Cinêvê, lê hefteya borî wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov got ew dem hat paşxistin.

Niha biryare ew roja 20 mehê bêne lidarxistin.

Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura got wî biryar dabû ku axaftinan şûnbixe da ku sûdê ji guftûgoyên Asatana wergire.

Hêjayî gotinê ye, axaftinên Astana gihîştin encamekê ku Rûsya,Tirkiyê, û Îranê erêkirin li dor çavdêriya hikûmetê û opozisyonê bikin di derbarê parastina agirbesta 30 meha 12 a sala borî de ku bi piştgiriya Rûsya û Tirkiyê pêk hatibû.

Lavrov îro yekşemê got axaftinên Astana gaveka pir baş bûn, lê ew şûna Cinêvê nagirin.

Wî di hevdîtinekê de ku îro li ser malpûera wezaretê belav bûbû, got:

“Em pilan nakin afaxtinên Astana têxin şûna yên Cinêvê. “

XS
SM
MD
LG