Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Îraqê bi Gazên Rondikrêj Êrîşî Xwepêşandanekê Dike li Bexdayê


Polîsê Îraqî gazên rondikrêj bikaranîn di xwepêşandaneka dijî hikûmetê de li Bexdayê.

Xwepêşandana alîgirên rêberê ayînî Muqteda Al-Sedir, daxwaz dike ku hilbijartin di dema xwe de îsal bêne lidarxistin.

Hin siyasetmedarên Îraqî banga bişûxistina hilbijartinan dikin ji ber şerê berdewamê dijî Daiş, ku hêzên Îraqî niha hewil didin bajarê Mûsilê rizgar bikin.

Al-Sadir rexnegirê serokwezîr Heyder el-Ebadî ye, û sala borî alîgirên wî du caran hewil dan derbasî Navçeya Kesk bibin di çarçoweya xwepêşandanan de. Al-Sadir di daxuyaniyekê de îro şemiyê daxwaz ji alîgirên xwe kir ku derbasî navçeya Kesk nebin.

Al-Abadi dibêje ew rêzê li mafê her Îraqiyekî digre ji bo xwepêşandanên aştiyane, lê îro şemiyê bang li xwepêşanderan kir ku pêgirbin bi yaseyê û ziyanê negihînin malûmilkên taybet û giştî.

Tê zanîn, piraniya balyozên biyanî û berpirsên hikûmeta Îraqî li Navçeya Kesk dimînin.

XS
SM
MD
LG