Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Edris Dabo: Bandora Fermana Serokê Amerîka Bo Penaberan li Ewrupa jî Kirye


Piştî Fermana serokê Amerîka Donald Trump bo rawestandina hatina penaberan bo Amerîka, êdî rewşeke nû ji giftûgoyan di derbarî penaberiyê de derketiye holê. Gelo wê ev ferman bandora xwe li ser penaberên li welatên Ewrupî bike yan na?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi çalakvan Edrîs Dabo re kir, da ku hinek ronî bide ser rewşa penaberan li welatên Ewrupî .

Birêz Edrîs dibêje:" bandor vê biryarê heye, bi taybetî li ser partiyên Rastgir û kesên nijadperest li Ewrupa, ku hewil didin wek wê fermanê li welatên xwe bikin."

Lê çalakvan Edrîs li ser fermana serok Donald Trump di derbarî penaberên sûrî de, got ku ew ne tiştekî rast e, penaberên Sûrî tu kiryarên terorî nekirine li dijî Amerîka û welatên din lê welatên ku terorist ji ba wan tên û xerabiyê bi welatên wan dikin, neketine lîsta serok Trump .

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00

XS
SM
MD
LG