Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Rê Dide Balafirên Rûsî ji bo Bikaranîna Bingeheke wê ya Esmanî


Îro şemiyê ji ser zimanê berpirsekî Îranê yê radebilind hate ragihandin ku Îranê careke din rê daye balefirên Rûsî da esmanê wê bikar bîne di operasyonên li Sûriyê de.

Di meha tebaxa borî de balafirên Rûsî bo cara yekem bingeheke esmanî ya Îranê bikar anî ji bo êrîşên li Sûriyê.

Leşkerên Rûsya gotin wan erka xwe bidawî anîn, lê bijar vekirî hîştin li dor bikaranîna bingeha Hemedan a esmanî careke din eger pêwîst be.

Wezareta derve ya Îranê wê demê got Rûsya bikaranîna bingehê rawestand. Ew bikaranîna ku bû cihê rexneyên Amerîka û her wiha hin parlemanterên Îranê.

Sekretêrê civata ewlekariya niştinamî ya Îranê Ali Shamkhani ji ajansa Fars a nûçeyan re got:

“Bikaranîna bingeha esmanî ji aliyê Rûsya ve, berdewam kir ji ber ku me hevrêziyeke stratîjî ya temam heye li gel Rûsya."

Ne diyare van erkên dawî çi pêwendî hene li gel êrîşên esmanî yên Rûsî roja pênşemê ku di encamê de 3 serbazên Tirk hatin kuştin di operasyoneka dijî Daiş de, li gor ku leşkerên Tirk gotibûn.

XS
SM
MD
LG